Nûçegihana me kêliyên ji berxwedana Bendava Tişrînê ragihand
Nûçegihana ajansa me Sîlva El-Îbrahîm kêliyên ji berxwedana gelan a ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe berê xwe didin Bendava Tişrînê ragihand.
Tişrîn – Li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji 8’ê Kanûna 2024’an de li ser Bendava Tişrînê didome, ji 8’ê Çileya 2025’an heya niha berxwedana gelan didome. Pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe bi biryardariyekê mezin berxwedana li Bendava Tişrînê ku ji ber êrişan metirsî li ser heye didomîne.
Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser girsêya ku ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe berê xwe dan Bendava Tişrînê ji 8’ê Çileyê heya niha 22 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn. Ruxmê êrişan jî nobeta gel bi biryardarî û bi coş didome.
Nûçegihana ajansa me Sîlva El-Îbrahîm kêliyên ji berxwedana gel a li bendava Tişrînê ragihand.